Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteka belav kirî keftiye ber pirs û vekolînê ku dibêjit Wezîrê Berevaniya Emerîka destûr dabû zorî digel girtîyên Iraqî bête bikar înan - 2004-05-17


Raporteka belav kirî keftiye ber pirs û vekolînê ku dibêjit wezîrê berevaniya Emerîka Donald Rumsfeld destûr dabû demê vekolînê zorî digel girtîyên Iraqî bête bikar înan.

Qanûn danerên serekî ji herdû partiyên Emerîkî sozdaye hindî bişên bi duv şermezariya zêdegaviya li ser girtiyan bikevin.

Vê heftiyê govara New Yorker gotibû rêzdar Rumsfeld rêk dabû ku girtiyên Iraqî bêne kutan û ji aliyê cinsîve bêrêz biken.

Roja yêkşembî, Peyvdarekê wezareta berevaniyê ew idî'a inkarî û mandel kirin û ew raport bi raporteka seyrû ecêb da nasîn.

Li heman dem govara News Week dibêjit piştî hêrişên tîrorîstan yên 11 Siptembera sala 2001, Serok Bush wezîrê Berevaniyê û Wezîrê dadweriyê Jeniral John Aschcroft sîstemeka nepenî bo girtîxana û vekolînê gel girtiyan derbaz kirbû.

XS
SM
MD
LG