Li bajarê Kerbela yê Iraqê, şahid dibêjin bi kêmî 2 Iraqî hatin kuştin û sê yên dî birîndar bûn di şer û pêkdadanên şevêdî de nav bera hêzên Emerîkî û şervanên alîgirên melayê radykal Muqteda El-Sedir.
Hate ragehandin ku car cara şerên giran li nêzîk mezargeheka şî'eyan di qewimîn piştî hêzên hevpeymana bi ser bingehên milîtanên El-Mehdî da digirt.
Duhî sêşembî melayê xudan desthelat Ayetula Ali El-Sîstanî daxwaz ji herdû aliyan kir da hêzên xwe ji Kerbela û Necef vekêşin.