Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Amêrîkî îro heynî şer di gel milîtanên alîgirên melayê radîkalê Şîaa  Moqtada Al Sadir li bajarên Najaf û Karbala kir - 2004-05-21


Serbazên Amêrîkî îro heynî şer di gel milîtanên alîgirên melayê radîkalê Şîaa Moqtada Al Sadir li bajarên Najaf û Karbala kir. Bi kêmî deh Îraqî hatine kûştin.

Tilifzyona Al Jazîre ya Arabî got karmendekê wan yê Îraqî di nav kûştiyan deye. Li demê nivêja îro heynî li bajarê Kûfe Moqtada Al Sadir rijdî li tagirên xwe kir berdewam bin li ser şerê dijî hêzên hevalbenda bi rêberatîya Amêrîka li Îraqê, heta eger ew bi xwe hat kûştin.

Her li vî demî leşkerê Amêrîkî komeleka dî ya zîndanîyên Îraqî ji girtîgeha Abû Ghrêb azad kirin.

Li nêzîk bajarê Baqûbe çar endamîn hêzên parastina Îraqê hatin kûştin dema çekdaran hêrîş birî ser navendeka vekolînê. Serbazên Spanî yên dawî li bajarê Dîwanîye derkeftin di rêka xwe da bo welatê xwe.

XS
SM
MD
LG