Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Iraqê Sunnî dibêjit melay tûndrêi yê Shî'a Mûqteda El-Sadr dêşêt pişikdariyê  di karûbarêt siyasî da biket li Iraq - 2004-06-15


Serokê Iraqê Sunnî dibêjit melay tûndrêi yê Shî'a Mûqteda El-Sadr dêşêt pişikdariyê di karûbarêt siyasî da biket li Iraqê heke tawana kûştinê liser hate rakirin û mîlişiyaêt xwe yêt neqanûnî helweşînit.

Ghazî El-Yawer evro got bo çi iraqîyan dreng nîne û pêxoşiya xwe diyar kir kû Mûqteda El-Sadr hizra xwe diket da pişikdariyê di karûbarêt siyasî da biket li şûna hilgirtina çeka.

Mûqteda El-Sadr rêberiya serheldaneka kir dijî hêzêt hevalbenda li başûr û naverasta Iraqê.

Li peyvdarekê hêzêt hevalbenda bi rêberiya Amrîka dibêjît ew nizanin ka dê çewa çê bît melay tûndrê pişikdariyê di kiryara siyasî da biket hetawekû tawanêt kûştinê li ser wî nehêne rakirin. Peyvdarî got qanûna nwê ya destûriya partêt siyasî kû niha li kare rêkê nadete prtiyêt kû hevkariyê di ge milîtana diken pişikdariyê biken.

Serok Bush dibêjît li ser hukmeta berwext ya Iraqî radiwestêt ka dê çewa reftarê di gel Mûqteda El-Sadr ket demê serdariya xwe werdegrivîtewe.

XS
SM
MD
LG