Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê demkî yê Iraqê ragehand ku dê hêzêt parastina welatî rêk exîteve - 2004-06-20


Serok wezîrê demkî yê Iraqê ragehand ku dê hêzêt parastina welatî rêk exîteve û dibêjit ev pêngave ya pêtivîye bo bersing girtina gefêt xirapkaran û tîrorista liser welatî.

Serok wezîr Eyad Elawî roja Yekşembî li Bexda got ew dê sîstemeka komandarîyê pêkînît bo control kirina hêzêt parastinê.

Birêz Elawî got karê serekî dê bersing girtina xirapkaran û tîroristan bît berî ko bişên zyanê bigehînine xelkê bê gûneh. Wî herwesa got hikometê libere ku destûdarê tengavîyan liser hindek devera danêt bo parastina aştî û tenahîyê.

XS
SM
MD
LG