Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Russia dibêjît li encama hêrişêkda li komara Ingushetia 48 polîs hatine kûîtin - 2004-06-22


Li komara Ingushetia li ser tûxubê Çaçanê ya Russî şerekê giran bi şevê dest pêkir û bi kêmîve 48 kes hatine kûştin û 60 birîndar bûn.

Vî şerî dest pêkir demê 200 bergûmanêt serheldayêt Çeçen hêrişêt rêkxistî dijî avahiyêt hûkmetê u polîsa li sê bajêra kirîn li komara Ingushetia, hindek ji kûştîyan polîsin û sê karbidestêt xocihî ne.

Karbidest dibêjin bi kêmî ve sê hêrişker hatine kûştin. Ajansa peyamêt Înterfax li ser zarê serokê Russî Viladmir Putin vegîra ve dibêjît tiviya ew kesêt berpirsiyar beramberî hêrişê bêne peydakirin û ji nav birin.

Karbidestêt Russî zû bi zû hêzêt parastinê hinartine deverê û şer hate rawestandin piştî serhelda yan bi rojê xwe ve kêşay.

XS
SM
MD
LG