Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareka Iraqîyan dest bi kombûna diken di gel şarezayêt UN li Meksîko(Mexico) li ser sîstemêt helbijartina û dengdan - 2004-06-22


Jimareka Iraqîyan dest bi kombûna diken di gel şarezayêt UN li Meksîko(Mexico) li ser sîstemêt helbijartina û dengdanê di bizavekê da bo fêrbûnê li ser kiryara dîmokrasî bery helbijartina li sala bêt li Iraqê.

Şandeyeka Iraqî ya ser bixwe ji pênc Iraqiyan pêk hatîne dest bi kombûnêt sê heftî kir roja dû şembê li bajêrê Meksîkê (Mexico) bo xandinê li ser sîstemêt helbijartina.

Înstityo wa helbijartina fidraly ya Meksîkê (Mexico) mihvandariya van kombûna diket di gel karbidestêt helbijartina ji Argentînê, Austuralia deverêt Felestêniyan û Yemenê.

Di van kombûna da dê behsê nivîsîn û jimartina denga ken û çareser kirina giriftaryêt helbijartina ken.

XS
SM
MD
LG