Digel ku 4 roj mayne bo veguhastina desthelatê bo hikometa demî ya Iraqê xirapkaran dest bi şepoleka nîya tondûtîjîyê kirye li sertanserê Iraqê. Li bajêrê Hevlêrê, ku piranîya rînştivanan Kurdin, li enacama peqîna otombîlekê yek kes hate kuştin û bi kêmî 18 kes birîndar bîn. Li Beqûbe, xirapkaran hêriş kire ser baregehên parteka serekîya Şî’a û baregehên partîya serok wezîrê demî ye Iraqî peqand. Bi kêmî 3 kes hatine kuştin. Li başora Iraqê û li bajêrê pîrozê Şî’an, Necef, çekdarên piştîvanên oldarê tondrê yê Sî’a Moqteda El-Sedir teqe li karwanekê hêzên hevalbendan kirin. Herwesa li Bexda serbazekê Emirîkî hate kuştin demê ew karwanê ew gelde bî kefte ber hêrişekê.