Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hukmetêt welatêt jîhanê pêxweşiya xwe diyar diken li ser vegerandina serdarîyê bo Iraq - 2004-06-28


Hukmetêt welatêt Asia pêxweşiya xwe diyar diken li ser vegerandina serdarîyê bo Iraqêû hêviya xwe diyar diken kû bibite eger bo kêm kirina zêdegaviya û berev paşerojeka dîmokrasy.

Serok wezîrê Austuralia John Howard hêviya xwe diyar kir kû Iraq berev dîmokrasy yê biçît û got hêzêt Austuralî dê berdewam bin liser harikariya Iraqê heke pêtivî bît.

Li Bangkok, hukmeta peyvdarekê hukmeta Tailandî got welatê wî hîvîdare kû bi vegerandina serdarîyê Iraq dê tena tir bît.

Û Indonesia vegerandina deshelatê bi pêngaveka baş dizanît herçende peyvdarekê wezareta derve got Jakarta bi hîvî bîmînit ka wergirtina serdariyê dê çewa hête cêbecê kirin.

Û Çînê vegerandina serdariyê bi pêngaveka girîng da zanîn u Japanê jî pêxweşiya xwe diyar kir.

XS
SM
MD
LG