Li roja 28 heyva 6 serwery bo gelên Iraqê vegeriyave. Ahmed Javel al-Awadi, kû karkerekê Iraqê biwarê elektrîkiye gote rojnameya The New York Times, hesteka gelek xoş û mezine demê to welatê xo kontrol bikey.
Lê rêkeka dirêj li berdem Iraqê ye bo avakirina welatekê aştî xaz û serkeftî. Serok wezîrê demkê yê Iraqî Iyad Allawî dibêje tenahî karê wî yê êkê ye. Ew dibêje tîrorist bizavê diken welatê me wêran biken û em rêkê biwan nadeyn.
Ayatollah Ali al-Sistani beyannamek derêxist û têda hevkarî digel tîrorista qedexe kir. Ew rêberî Şî’a yê Iraqî daxaz ji Iraqiyan kir da agahdar bin ji wan kesên ko ditvêt jêrxana û navendên giştîyê Iraqê ji nav biben.
Serok George W. Bush dibêje ev xebate berî hemî tiştekê xebata Iraqiyane. Serok dibêje “ leşkirê welatên êkgirtî û hevalbendên me karekê aşkera u taybet û berdewam li Iraqê encam dayne. Li demê em meşqê bi hêzên parastina Iraqiyê dikeyn, Em harîkariya wan dikeyn da mirov kûjan ve bînin û wan ji nav biben û em di tenahiya helbijardinên bihên parêzîn.”
Serok dibêje hêzên hevalbendiye kû li welatekê xûdan serwerî ne, digel encam dana şîretên nizîk digel hukmeta Iraqî karê xwe encam diden. Serok dibêje “ Serok wezîr û serokê Iraqê gûtiye min kû armanca wan ewe li dûmahiyê wan berpirsiyary bi temamî biser parastina welatê xwe hebe. Û Amêrka ditvêt hêzên Iraqî ev role hebe. Leşkirê me di li Iraqê mînît hindî pêbtivî bi wan heye bo tenahiya Iraqê û bi tinê eger hebîna wan li Iraqê pêtivî be u ji layîn hukmeta Iraqê bihête daxaz kirin. ”
Serok Bush dibêje hevalbendî li Iraqê xizmeta azadiyê diken û azadî herdem ber hindê ditkevît kû şer bo bihête kirin. Dûmahiya gûinê serokê. Nîke Iraq dûbare welatekê xudan serweriye, Kemal Alarawî kû endaziyarekê elîktriîkîye li Bexda dibêje eve hesteka baştire, ne kêm, ne zêde.