Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efserêkî bilind ya leşkerê bihêzê Turkiya hoşdarî dida Kurdên Iraq - 2004-07-08


Efserekî bilind yê leşkerê bihêzê Turkiya hoşdarî dide Kurdên Iraqê ko her hewildanek bo gûhortina bingeha nejadî ya bajarê Kerkukê li bakûrê Iraqê wê gefe bi liser tenahiya nîştîmaniya ya turkiya.

Jeneral Ilker Başûx cêgirê serleşkirê Turkiya çaverê dike ko hukumeta berwext ya Iraqê wê, rêbigre li berdem her hewlekê bo gûhortina nejadî ya bajarî.

Hem berî vê hoşdarîyê, şandekê Turkî kû ero seredana Kerkukê kir û digel niwênerên Arab u Turkuman u Kurdan civya.

Li gora raportan ew civîn dostane bûn û ji bo başkirina rewşa bajarê dewlemend bi nefit bû.

Turkiya berê ji gefê leşkerî li dijî Kurdan kiribûn eger hatû dest bavêjin ser Kerkuk. Ankere ditirse ko karêkî welê ê hest judaxwazî di nav bera Kurdê turkiya da bihêz biket.

XS
SM
MD
LG