Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mohammed El-Beradeî dibêje û hêvî dike miştumirê liser herêma bê çekê navokî li rojhelata naverast bike - 2004-07-08


Serokê ajansa navokî ya UN Mohammed El-Beradeî dibêje û hêvî dike miştumirê liser herêma bê çekê navokî li rojhelata naverast bike u weka pişkekê ji danustandinên aştîyê.

Piştî kombûnê digel serok wezîrê Israelî Ariel Şaron ero 5 şem, berêz El-Beradeî got eve ne helwêstê nûyên Israelê ye, belê ew vê weka pêngaveka baş dide nas kirin.

Berêz şaron çi dem diyar nekirin ji bo van rengê danustandina li şuna hindê wî ew peywendîdar kir bi nexşeyê rêka aştîyê kû eve saleke hatiye ragirtin ji ber aloz karyan û şerulêkdana nêv bera Israelî û Felestînîan.

Seredana berêz El-Beradeî serkeftî nebû ji bo goherîna helwêstê Israelî û rêbaza wî kû ne pênasînê dike bi hebûna çekê navokî û ne haşa lê dike.

XS
SM
MD
LG