Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela El-Zerqawî berpirsyarîya xwe dyar kir biramberî hêrişa pêncşembî ku 5 serbazêt Emirîkî û nobetdarekê niştîmanîyê Iraqî hatine kuştin - 2004-07-11


Komeleka çekdarên Iraqî yet ser bi tîrorist Ebu Mûsab El-Zerqawî evro berpirsyarîya xwe dyar kir biramberî hêrişa roja pêncşembî ku 5 serbazêt Emirîkî û bi kêmî ve yek nobetdarê niştîmanîyê Iraqî hatine kuştin. Belavnameka komela El-Zerqawî ‘Tawhîd û Cîhad’ ku li malpereka internêtê ya Islamî belav buy got şerkerêt wê hêriş kire ser bingehê nobetdarêt niştîmanî yêt Iraqê li Samara. Ebu Mûsab El-Zerqawî ku Urdinîye pitr hemîyan li dî girtina wî digerên ji lista tîroristan ku Emirîka li dî wan digerêt li Iraqê.

XS
SM
MD
LG