Karbidestêt leşkerî Amrîkî li Iraqê dibêjin, evro li peqîna bombekê serbazekê Amrîkî hate kuştin û şeşêt dî birîndar bun.
Desteyeka nobedarêt leşkerê Amrîkî li devera Dilwia, 70 kîlomêtran bakûra Bexda diber wê peqînê keftbun.
Berî hîngî, karbedestêt Amrîkî got ji roja doşembî were, 2 murînz û 2 serbaz li devera El-Enbar li rojava Bexda hatine kuştin.