Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteka Amrîkî radgehînit xercê diravî bo şerê li Iraq û Afhanistanê heta dawîya îsal bêtivî bi gelek diravî heye - 2004-07-22


Raporteka nûya hikumeta Amrîkî radigehîne ku leşkerê Amrîkî bêtivî bi 12 milyar û 300 hezar dolarên zêde tir heye ji bo xercîya şerî li Iraq û Afghanistanê heta dawîya salê.

Raporta îro 5 şem belav bûî ji alîyê ofîsa çavdêrya diravê ya dezgehên hikumetê dibêje seraya sipî û pentagon wesa texmîn dikir ku leşkerî bêtivî bi xercîya diravî ya zêde nîne li sala 2004 ku dê li 30 meha 9 eylûnê bi dawî bêtin.

Ew ofîs dibêje xercîya herdû şeran, giranîyeka mezin dana ser leşkerên amrîkî û nûha leşkerî niyaz heye dezgehên xwe li Iraqê pê rabigre û herwesa meşq û rahênan firokevanên hêzên hewayî û deryaî kêm bike.

XS
SM
MD
LG