Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amrîkî li Iraqê hêrişeka asmanî li dijî veşargehên çekdarên peywendar bi tîroristê xastî Abu Musab El-Zerqawî encam da - 2004-07-23


Hêzên Amrîkî li Iraqê hêrişeka asmanî li dijî veşargehê çekdarên peywendar bi tîroristê xastî Abu Musab El-Zerqawî encam da. Leşkerê Amrîkî rahegand ku armanca ew hêrişa bo ser Fellucê 10 bo 12 tîroristên gûmanlêkirî bîn.

Eve heftem hêrşa li vê cûrî bî li vê heyvê û digel karbidestên hikumeta Iraqî hatibû rêkxistin û li dîv zanyarîyên jimareka jêderan hatibu encamdan.

Dîtivan û karbidestên saxlemîyên bajêrê Felluce, ku dikevîte rojavaya Bexda, dibêjin bi kêmî ve 5 kes ji wan dû zarok li wê hêrişê birîndar bîn.

Li bakûra Bexda 9 kes hatine kûştin û 10 dî birîndar bîn demê otombîsek ku Iraqyên sîvîl têda bîn xo bi tankeka Amrîkî da da.

Li bajêrê pir tûnd û tîjî yê Samerra li bakûra Bexda û li encama peqîna bombeka birex şeqamê dû serbazên Amrîkî hatine kuştin û êkê dîş birîndar bîn.

XS
SM
MD
LG