Li peqîna otombîleka bombekirî li derbazgehekê li dervey bajêrê Beqube li Iraqê bi kêmî 4 nobedarêt nîştîmanî yêt Iraqî hatine kuştin.
Li peqîna evro li bakura Bexda herwisa 6 kes birîndar bûn.
Berî wê peqînê, li peqîna bombeka dî li Bexda serokekê polîsêt xuncihî hate kuştin û 2 yêt dî birîndar bûn.
Li heman dem, leşkerê Amrîkî dibêjit xirapkara herwesa boryeka neftê li bakura rojhelata Iraqê peqand û bi vî awayî, despêkirna hinartina neftê bi rêka Turkiya bo derve paş êxist.