Şer û pêkdadan bo roja dûyê li navend û başûra Iraqê berdewam bûn, li demê milîtanên melayê radîkalê Şîa'a Mûqteda El-Sedr şerî dijî hêzên hevpeymana û hikumeta Iraqê diken.
Leşkerê Amrîkî bi firokan hêriş kire ser bingehên milîtana li bajarê Nejef. Leşkerê Amrîkî dibêje bi nêzîkî 300 Iraqî û bi kêmî 3 serbazên Amrîkî di şeran da hatine kuştin.
Ewa berî dû meha bi dawî hatî, herçende Mûqteda El-Sadr daxaza berdewamîya rêk-keftina şer rawestandinê dike.
Herwesa şer li rendeka Sedr li Bexda jî qewmîn û li Nasirîye ku bingehê serbazên Italy lêye û li Besre ku serbazên Birîtanî jî têkelî şeran bûne.
Li Samerra û li bakûra Bexda jî şer qewmîn û bi kêmî 3 Iraqî hatin kuştin 13 yên dî birîndar bûn.