Dadgeheka leşkerî daxwazeka serbazekê Amerîkî ret kir bo hilanîna wêneyan sebaret dest dirêjiya liser zîndaniyên Iraqê li Abu-Ghireyb ku ji komputerê wî hatine derêxistin.
Li dadgeh kirina pêşîn li bajêrê Mannheim yên Elmany, îro Dûşem berevankariyê Charles Graner gote dadgehê xwe spêrê wan gelek westiyay bû dema jê hatî xwestin diskên xwe ji komputerê derbêxe.
Di wan dîskan da wêneyên dest-dirêjî dijî zîndanên Iraqî hatine tomar kirin û wêneyên Garnerî, Lîndî Îngilandû kesên dî têda xoya dike.