Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Olyê mezin yê Şîaa li Iraqê Ayetulla Elî El-Sîstany ji Iraqiyan dixazit li bajêrê pîrozê Necef xunîşandana biken - 2004-08-25


Rêberê Olyê mezin yê Şîa'a li Iraqê Ayetulla Elî El-Sîstany ji Iraqiyan dixazit li bajêrê pîrozê Necef xunîşandana biken da rêkê li hêrişekê bigrin liser mizgefta Imam Elî ko ji Alyê mîlîtanêt Şîa'a ve hatiye dagîr kirin.

Ayetulla El-Sîstanî yê 73 salî ko nexoşe ji nişkêve ji Lendon vegeryave Iraqê. Ew vê domahiyê bo çareserkirna girftaryeka dilî çu bo Lendon. Li bajêrê Necef dengê peqîna û şêlkêt tivenga dihate bihîstin li demê ko hêzêt Amerîkî û Iraqî dorgirtina xwe li dor şerkerêt piştevanêt melayê tundrê Muqteda El-Sedr tund-tir kiriye.

Şerkerêt wî melay eve 3 heftiye li wê mizgeftê xwe aş kiriye û hikmeta Iraqê gefe kiriye bo bi dumahî înana wê berêk rawestanê hêrişeka mezîn biket.

Evro çend harîkarêt bilind yêt wî melay hatine girtin.

XS
SM
MD
LG