Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt parastina Felestînî dibêjin bi kêmî ve 14 kes hatîne kuştin û 30 birîndar bûne di hêrişeka firokêt Israelî  - 2004-09-07


Karbidestêt parastina Felestînî dibêjin bi kêmî ve 14 kes hatîne kuştin û 30 birîndar bûne di hêrişeka firokêt Israelî da liser kempeka fêr kirinê ya komela Hemas duhî li devera Gaza.

Leşkerê israelê got leşkerî ew hêriş kir di wextekê da ku Tiruristêt Hamas di hatine fêr kirin. Komela Hemas soz daye ku tolê ve biken.

Demekê kurt piştî hêrişê jimareka muşeka û gulle topa bi akincî gehêt Israelê keftin li Geze û li bajêrokê Sidrut êk jin bi sifkî birnîdar bû.

Her li roja duşembî du karbidestêt mezin yêt Misrî digel Yasir Erefatî û karbidestêt diyêt Felestînî li bajêrê Ram Allah kom bun da liser pirsêt parastinê li devera Geza bi axivin piştî vekêşana Israelê.

XS
SM
MD
LG