Hêzên Emirîkî hêrişeka asmanî kire ser bingehên xirapkaran li Felluce li bizavekê bo derêxistina xirapkaran li wî bajêrî. Karbidestên saxlemîyê dibêjin bi kêmî 7 kes di wê hêrişêda hatine kuştin û jimareka dî birîndar bîn. Karbidestêt Leşkirê Emirîkî dibêjin wan hêriş kirye ser xaleka kombîna çekdarêt ser bi tîrorist Ebu-Musab El-Zerqawî. Li Bexda, çekaran hêriş kire ser otombîlekê ku endamêt heza Nobetdarêt Niştîmanya Iraqê teda bîn û bi kêmî 5 kes hatine kuştin. Hevdam, di belavnamekêda giropa tîroristîya El-Zerqawî, hevpeymanê El-Qayda, ragehand ku wan welatîyekê Berîtanî kuştiye.