Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paul Brêmer got: Amerîka bihayekê giran da çinkû tîr serbaz li Iraqê belave ne kirin demekê rûy pişkî ladana rijêma Sedam Hussain - 2004-10-05


Hakimê medeniyê Amerîkî yê berîyê li Iraqê Paul Brêmer got: Amerîka bihayekê giran da çindû tîr serbaz li Iraqê belave ne kirin demekê rûy pişkî ladana rijêma Sedam Hussain.

Li gotarekê da dûhî Dûşem rêzdar Brêmer got ew hêşta dûyê bawerê daye ku dagîr kirina Iraqê karekî rast û dirust bû.

Belê ew pêve ço û got danana kêm serbaza li welatî ziyan gehand bi zavên rawestandina tûnd û tîjî û dizîyan û rewşek peyda kir ji bo şikandina yasayê û bê ser u berîyê.

Têbîniyên hakimê medenî yê Amerîkî yê berê li Iraqê Paul Brêmer dengvedan hebû di kongrisê Amerîkî da û li cem berbijarê dîmokrat John Kerry ko hikumeta serok bush xetabar dike bi sernekeftinê di nexşeyê piştî şerî da.

Îro Sêşem seraya sipî got rêzdar Brêmer daxoyaniyek belave kiriye û dibêje ew bawer dike niha bi awayekê pêtivî serbaz li Iraqê hene. Peyvdarê seraya Sipî got rêzdar Brêmer ne karbidestekê berevaniyê ye û serok Bush hemû deman daxwazîyên qomndarên leşkerî li Iraqê cê bi cê kirine.

XS
SM
MD
LG