Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt helbijartina li Afxanistanê heta roja Sêşembî molet daye berbijaran bo amade kirina gazindêt xwe liser dengdanê - 2004-10-11


Karbidestêt helbijartina li Afxanistanê ku ji Afxaniyan û Neteweyêt Êkgirtî pêk tên û zîrevaniya yêkemîn helbijartinêt serokayetiyê li wî welatî kiriye heta roja Sêşembî molet daye berbijaran bo amade kirina gazindêt xwe liser dengdanê.

Piraniya ber bijaran gazinde kirîne ku fend û fêl di dengdanê da hebûn herçende nûke gazinda hindek ber bijaran ku xwe ji helbijartina vekêşa bû sist bûye.

Cêgirê serokê komîte ya helbijartina Rey Kennedy dibêjît ew we bawer diket ku vekolîn dê berî ragehandina encamêt helbijatina bi dûymahî hêt. Lê dibêjît karbidestêt helbijatina na xazin lezê di çi pirsa da biken û dibêjît me divêt vekolîn bête kirin çûnkî ya girînge ku ev kare bête kirin.

Renge jimatina denga çend heftiyek pê biçin piştî bi milyonan kesa dengêt xwe dayn lê hindek encamêt dest pêkê renge heta çend rojêt dî diyar bibin.

XS
SM
MD
LG