Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkirê Amerîkî melayekê deste ser kirî berda - 2004-10-18


Karbidestêt Iraqî dibêjin leşkirê Amerîkî melayekê serekî ku dan û standin dikir da nehêlêt hêrişeka mezin ya leşkirî liser Felluce bête kirin û hêzêt Amerîkî ew deste ser kir bû, evro berda.

Karbidestêt Iraqî dibêjin melay sûnnî Şêx Xalid El-Cumeylî evro da destê polîsêt Iraqî û wan jî ew vegerandev mala wî. Ew li roja Eynî hatibû girtin rojekê piştî dan û standinêt aştiyê navbera rêberêt Felluce û hukumeta ber wext ya Iraqî têk çûyn.

Karbidestê Iraqî careka dî ji akincêt Felluce xast da şerkerêt biyanî ji bajêrê der bêxin ku bawer tête kirin xwe li wêrê asê kiriye. Hêzêt Amerîkî di berdewamin liser dûr girtina bajêrê.

Bi alîyekê dîve leşkerê Amerîkî dibêjît bi peqîna dû otombîlêt bombe kirî roja êk şembî li Bexda û Muslê yazde kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG