Lînkên eksesibilîtî

Hukmeta Iraqî li bere ku li heftiya bêt ragehandinekê belav biket liser kom kirina çeka li seranserê welatî - 2004-10-18


Şîretvanê parastina nîşştimaniya Iraqî Qasim Dawod dibêjît hukmet libere ku li heftiya bêt ragehandinekê belav biket liser kom kirina çeka li seranserê welatî.

Karbidestê Iraqî evro gote ajansa peyamêt royters ku ev pêngave dê hête havêtin da be çek bêne di nav bajêrê Sedr da ku li wêrê têne teslîm beramberî wergirtina para.

rêzdar Dawod got wergirtina çeka beramberî pra li bajêrê El-Sedr dê heta roja Pêncşembî berdewam bît li dûy rêk keftinekê navbera hukmeta Iraqê û milîtanêt ser bi melayê tûndrê Şîaa Mûqteda El-Sedr ku li heftiya bûrî wergirtina çeka dest pêkirî.

Rêzdar Dawod dibêjît gelek kes li bajêrê El-Sedr hene ku dixazin çekêt xwe teslîm biken lê hin wext ne bûye ku we biken.

XS
SM
MD
LG