Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî 14 endamêt hêzêt parastina Iraqê hatine kuştin - 2004-10-23


Xirapkaran li Iraqê dîsa hêzên parastina welatî kirîne armanc û bi kêmî 14 Polis û Nobetdarêt Niştîmanî yêt Iraqê li dû pêqînan hatine kuştin û bi deyan kes birîndar bîn. Hêrişa yekê demekê zî evro şembî li bingehekê leşkirî çêbî ku jilayê hêzêt Emirîkî û Iraqî dihêtê bikaranîn û di kevîte rojavaya Bexda. Li hêrişa dûyê, hêrişberekê xokuj nizîkî xaleka pişkinîna Nobetdarê Niştîmanîyê Iraqî xwe peqand li başora Samera. Hevdem li Bexda 6 serbazêt Emirîkî birîndar bîn demê bombeka birex şeqamê nizîkî karwanê wan peqî. Her li Bexda û li encama hêrişeka bi gulle hawna 2 kesên sivîl hatine kuştin. Li nizîkê bajêrê Musila bakora Iraqê û di boseyekê da dû şofêrêt Turk hatine kuştin û dûyên dî birîndar bîn.

XS
SM
MD
LG