Serok Bush û hevrekê wî yê Dîmokrat John Kerry Îro PêncŞem seredana wilayetên giring dikin di hewla helbijartinan da li demê ku Pênc roj dimênin ji bo roja dengdanê.
Berbijarê Komary dê li wilayetên Michigan, Ohio û Pensilvaniya gûtara bixwîne û yê Dîmokrat dê li Ohio û Wîskanson paxive.
Ev çar wilayet gelek giringin bo bi destve înana 270 dengên koma helbijartina ku pêtivî ne bo serkeftinê.
Dûhî Çarşem sînator Kêrry got bê ser û şwên bûna 350 tenên peqîna li Iraqê şermazaryeka dî ya hikumeta serok Bushe.
Belê serok Bush got rêzdar Kêrry rastiya nizane û renge ew kerestê peqîna winda bibe berî dagîr kirina Iraqê li meha 3 adara saêa 2003.
Bê ser û şwên bûna sedan tenên kerestê peqîna ji sazgeheka leşkerî ya Iraqê bûye pirseka serekî ya rojên dawî yên hewla helbijatinên serokatiya AMerîka.
Berbijarê Dîmokrat John Kêrry got winda bûna wî kerestî peqîna dawî tirîn şaştiya hikumeta serok Bush bû.