Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê nexweşê Felestînê Yasir Erefat gehişte Ferensa  - 2004-10-29


Rêberê nexweşê Felestînê Yasir Erefat gehişte Ferensa bo çareseriyê li nexoşxaneka leşkerî ya Flestînî ji nexweşiyeka xetera xwînê ya ne nas kirî.

Rêzdar Erefat bi firokeka serokatiya Ferensa li Parîsê nişiya û bi helîkopterê hate vegohastin bo nexoşxana Peray Military Hospital.

Israelê ku eve nêzîkî 3 salaye dora bingehên desthelatdariya Felestînî girtî, rê da rêberê Felestînî ji kenarê rojava derkeft û karbidestên Israelê soz dane rê biden vegeryana wî jî. Eve çend salin rêberê Felestînî yê 75 salî di rewşeka xirap ya saxlemiyê da.

Duhî Pênc şem karbidestên Felestînî got wî nexpoşî di xweynî da heye, belê wan ew çend diwîr êxist ku penceşêra xweynî ye.

XS
SM
MD
LG