Dezgehên ragehandina Emerîkî we nîşê dide ku serok Bush î li 28 wilayetên Emerîkî piraniya denga bi dest xweve îna. Heta nuke Serok Bush î 254 ji hejmara giştî ya denga li wilayeta bi dest xweve înane li demê ku hevrikê wî berbijarê dymukrat John Kerry li 19 wilayeta bireve ku 252 ji hejmara giştî ya denga li wilayeta bidest xweve înaye. Serok Bush î heta nuha behra pitirê ya dengên xelkê yê bireve. Wî dengên pitirî 56 milyon xelkê ku dengê xwe didet yê birîve. Berbijarê ku serokatiyê bi dest xweve bînit divêt bi layê kêmîve 270 ji hejmara giştî ya denga li wilayeta bi dest xweve bînit.