Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofi Annan nameyek bo serokê Emerîkî, Iraqî û Birîtanî virêkirî sebaret bi şerê Feluce yê çaverê kirî. - 2004-11-05


Di namekê da jibo rêberê Emerîkî, Birîtanî, û Iraqî li roja yêk şembî sikirtêrê giştî yê netewên yêkgirtî Kofi Annan huşdarî da ku hêrişên berfireh li ser çekdaran li Feluce gefê dê kete ser helbijartinên giştî yên Iraqê li meha yêk.

Ew name jibo Serok Bush û bo serok wezîrê demî yê Iraqê Iyad Allawî, û serok wezîrê Birîtanî Tony Blair hatibu virêkirin.

Di wê namê da, Rêzdar Annan got Netewên Yêkgirtî divêt harîkarîyê di helbijartinên giştî yên çaverêkirî da biket. Lê têrsa zêdebuna tundutîjîyan dê piroseya helbijartinê têkde û nerazîbunê li dev musilmanên sunî peyda ke ku pişikdariyê di helbijartinan de neke jiber nerazîbuna wan li ser hêrişên bo ser wî bajarê ku zorîna xelkê wê musilmanên sunîne.

Li Washington peydarekê Wezareta Derve (Richard Boucher) got Welatên Yêkgirtî yên Emerîka û netewên yêkgirtî boçonên cuda hene li ser rêngê dubare vegerandina tenahiyê li Feluce. Wî gotjî rêzdar Powell ligel rêzdar Annan sebaret bi wê namê yê axiftî.

Balwêzê Iraqê li Netewên Yêkgirtîjî (Samir Sumaidy) gotî wî daxaza kombunekê yê kire ligel rêzdar Annan da boçuna Iraqiyan bigehînite wî.

XS
SM
MD
LG