Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 33 kes hatine kuştin - 2004-11-06


Bi hizaran serbazên Emirîkî û Iraqî li rexûçanêt bajêrê Romadî û Felluce ne, li demê ku çekdaran zincîreka hêrişên xînavî li bajêrê Samera encam dan. Desthelatdar dibêjin bi kemî 33 kes, ku zorîna wan Polîs bîn, li encama peqîna çar otombîlan haitne kuştin. Hevdem li Romadî, bi kêmî 20 Marînzêt Emirîkî birîndar bîn li hêrişekê bo ser karwanê wan. Li Felluce, firokên Emirîkî berdewam bîn li hêrişên xwe bo ser bingehêt xirapkaran. Herwesa li Bexda, leşkirê Emirîkî ragehand ku li encama peqîna otombîlekê 3 serbaz birîndar bîn û sivilekê Iraqî hate kuştin.

XS
SM
MD
LG