Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikometa Iraqê destûdarê tengavîyê li seranserî welatî ragehand, ji bilî herêma Kurdîya bakorê - 2004-11-07


Hikometa Iraqê destûdarê tengavîyê li seranserî welatî ragehand, ji bilî herêma Kurdîya bakorê, li demê ku tondûtîjyêt xirapkaran zorîna herêmên navenda Iraqê vegirt û hêzên Emirîkî xwe amade diken hêrişê bikene ser Fellucê. Destûdarê tengavî dê bu demê 60 rojan berdewam bît û peyvdarekê hikometê got ku ev biryare hate dan piştî hemî rêk hatine grtin bo rawestandina hêrişan bi rêkên aştîyane. Her evro xirapkaran hêriş kirne ser bingehêt Polîsê li bajerokên Hedise û Heqlenîye û bi kêmî 21 Polîsê Iraqî hatine kuştin. Li Bexda otombîlek nizîkî mala wezîrê daraî yê Iraqê peqî û nobetdarekê wî hate kuştin.

XS
SM
MD
LG