Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Japonê devera Iraqê ya ku hêzêt Japonê lêne bi devereka bê şer dizanit - 2004-11-08


Serok wezîrê Japonê Junichiro Koizumi dibêjit ew wê devera Iraqê ku hêzêt Japonê lêne bi devereka bê şer dizanit herçende Iraqê qanuna destudarê tengaviyan ragehandiye. Japonê pitir ji 500 serbazan li bajarê Semawe li başûra Iraqê heye da harîkariyê biken bo avakirneva rakêşana ava pakij. tenahî û selametiya wê devera ku hêzêt Japonê lê hene ya giringe bo Tokyo çunku qanuna Japonê rêkê didet ku hêzêt xwe tinê binêrite deverêt ku şer têda nebît. Rêzdar Koizumi iro got hêşta destudarê Semawe weku xweye heta piştî ragehandina destudarê tengaviyan roja yêkşembî ku hemî Iraqê vedgirêt ji bilî deverêt Kurdan nebin li Bakura Iraqê.

XS
SM
MD
LG