Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê Elmanî ligel serok wezîrî Ispanî li Leon kombu. - 2004-11-08


Şîretvanê Elmanî Gerhard Schroeder ligel serok wezîrî Ispanî Jose Luis Rodriguez Zapatero li Leon li Ispaniya kombu da li ser hindek babetan baxivin ku yêk ji wan budceya yêketiya Ewrupîye.

Rêzdar Schroeder hindek endamên kabîna hikumeta xwe ligel xwe birine wê kombuna iro.

Rêveberê Elmanî yê ku bizavê diket da kontrolê biser budceya welatê xweda biket, yê xebatê diket li dijî pêşniyazeka komisyona Ewrupî bo zêdekirina budceya Yêketiya Ewrupî. Ew zêdekirin di li wan kesan hête xeric kirin ku jinû tene Ewrupa. Herwesa jibo bizavên dijî tîrorîzmê û harîkarî bo her 10 endamên nû yên Yêketiya Ewrupa hête bikar înan, ku gelek ji wan li dijî hikumetên laday yên comunist xebatê diken.

Ispaniya, ku bi milayaran dolar harîkarî ji yêketiya Ewrupî wergirtibu bo projên pêşvebirina welatî, pênasînê bi wê diket ku divêt mil milanê ligel welatên taze hatîne wegirtin li wê yêketiyê biket demê daxaziya harîkariya diravî ji wê yêketiyê diket.

Herwesa babetê wê kombunê li ser nukirineva rahavêtineka bazirganîye liser çek û teknelojiya leşkirî.

XS
SM
MD
LG