Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Leşkirê musilmanan li Efganistanê dibêjit rahavêtineka baş ligel hersê barmiteyan diket - 2004-11-08


Ew desteya ku 3 karmendên netewên yêkgirtî revandîn li Efganistanê dibêjit ew rahavêtineka baş ligel wan barmteyan diket, lê dibêjin ew barmite diwestiyayne û sermayê li wan daye û xwarineka nesaxlem dixun.

Peyvdarekê wê desteyê, ku bi navê leşkirê musilmanan e, dibêjit wê li roja yêkşembî lîsteka bi 26 navên girtiyên taliban daye dest danustandinkerên himuketê da hemberî wan barmiteyan bêne azad kirin.

Wî got şendeya hikumetê daxaza muleta 2 rojan kirî da cihê wan 26 talibanan peyda biket û danustandinên zedetir li roja sêşembî hêne kirin.

Hikumet û Netewên yêkgirtî qayil nebune behis biken çi danustandin ligel wê desteyê kiribin. Ew kesên hatine girtin yêk ji wan filipînîye, û dûjî jinin (yêk ji bakura Irlenda û yêkjî ji Kosovoye).

XS
SM
MD
LG