Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêleka hêrişên xirapkaran li Iraqê bu egerê kuştina du kesan û birîndar buna hindekên dî. - 2004-11-09


Iro pêleka hêrişên xirapkaran li Iraqê qewimîn.

Bi layê kêmîve dû karmendên avadankirinê hatine kuştin û hindekên dî birîndar bun demê otombêleka bombekirî peqî li bingehekê nobedarên nîştîmanî yên Iraqî li bajêrê bakur yê Kerkuk.

Xirapkaran hêriş kirine ser dû bingehên polîsan li nêzîkî bajarê Baqube ku dikevîte bakura Bexda. Karbidestekê xucihî dibêjit bi layê kêmîve 14 kes hatine birîndar kirin ku hindek ji wan polîsin. Û bi layê kimîve 4 xirapkarjî hatine kuştin.

Li Bexda, bi layê kêmîve çar peqîn li devera kesik qewimîn. Lê çi raport carê nehatine bilavekirin sebaret bi jimara kuştî û birîndaran.

Li aliyekê dî, belavokek ji ofîsa serok wezîrê Iraqî Iyad Allawi hate bilavekirin dibêjit Bexda û deverên dewruberên wê dê bi şevê hatu çon lê hête berbend kirin bo mideheka ne dyar.

XS
SM
MD
LG