Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya serekî ya musilmên sinî li Iraqê xwe ji hikumeta Iraqê vekêşa  - 2004-11-09


partiya serekî ya musilmên sinî li Iraqê xwe ji hikumeta Iraqê vekêşa bo dyar kirina nerazî bunê li ser hêrişa birêberiya Emerîka li ser bajarê Feluce ku di dest xirapkarandaye. Rêberê partiya Islamiya Iraqî Muhsin Ebdul Hemîd ku endamê civata nîştîmanî ya Iraqêye dibêjit hêrişan li ser Feluce ziyanê digehînite xelkê bê guneh. Lê hêşta nehatiye zanîn ka xwe vekêşana wî dê çi egera kete ser hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Iyad Allawi an ne. Roja duşembî rêzdar Allawi ragehand ku wî desturê daye hêzên Emerîkî û Iraqî da hêrişê bikene ser tîrorîstan li Feluce û soz da ku rola qanunê cihê xwe li wî bajêrî bigirit.

XS
SM
MD
LG