Rêberên Ewrupî xem û dil giraniya xwe dyar dikin jibo mirina rêberê Felestînî û pesna xebata wî ya dirêj dikin jibo welatekê Felestînî yê xudan serwer. Yêketiya Ewrupî pesna wî da û sozda digel rêberatiya nuî ya Felestînê karî biket jibo bidestve înana aştiyê li rojhelata navîn. Vatîkan weka xebatkar jibo dewleteka ser bixwe ya Felestînê da nas kirin û rawêjkarê Elmanî Gerhard Schroeder, serokê Rusî Vladimir Putin, û serokê Ferensî Jacques Chirac xema xwe dyar dikin jibo wexer kirina wî û serxweşîyê li Felestîniyan dikin.