Karbidestên leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjin hêzên Emerîkî û yên Iraqî kontrol bi ser nêzîkî hemî bajêrê Feluce kirineve.
Peyvdarekê leşkirî dibêjit iro çarşembî hêzan Emerîkî û yên Iraqî hêşta yê ruî bir ruî hindek xirapkaran dibin, lê piranî ya xirapkaran yê keftine di telha başûra wî bajêrî da.
Leşkirê Emerîkî dibêjit bi sedan xirapkar yên hatîne kuştin yanjî girtin ewey hêrişê li ser Feluce dest pêkirî li roja duşembî. Di wan hêrişan da 18 serbazên Emerîkî û 5 yên Iraqî hatine kuştin.