Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê derve yê Israelê ligel wezîrê derve yê Emerîka kom dibit - 2004-11-15


Wezîrê derve yê Israelê ligel wezîrê derve yê Emerîka Colin Powell iro dûşembî kom dibit jibo axiftinê li ser pêşveçonan piştî mirina rêberê Felestînî Yassar Arafat.

Wezîrê derve Silvan Shalom yê li Washington da li ser çewaniya pêşvebirina nexşeya rêkê jibo aştiyê baxivin.

Hidek raport dibêjin rêzdar Powell dê hizirê di hindek kombunên dîjî da ket ligel karbidestên Israelî û yên Felestînî li dumahiya vê heyvê li demê ku seredana rojhelata Neverast diket bo konfiranseka navnetewey teybet bi Iraqê li Misrê .

Li roja yêkşembî cêgirê Arafatî bo serokatiya rêxistiya Rigarî ya Felestînî ji bizaveka kuştinê rizgar bu herçende dû nubedarên wî hatine kuştin.

Çekdarekê ku duruşm li dijî Abbas digot teqe li asmanî kirin jiberî ku nubedarên parastina bi teqan bişer çoyin ligel wî çekdarî.

Rêzdar Abbas berbijare jibo girtina cihê rêzdar Arafatî li helbijartinên serokatiyê li 9 î meha yêk.

XS
SM
MD
LG