Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush rêzdar Condoleezza Rice helbijart bo wegirtina posta  wezareta derve - 2004-11-16


Serok Bush Şîretvana Nîştîmanî Condoleezza Rice helbijart jibo postê wezîra nuî ya derve. Encumena Sînatoran divêt razî bin li ser dest nîşan kirina wê bo wî postî. Li ragehandina xwe da iro li seraya sipî, Serok Bush got Rice “kesekê hêjaye” berpisiya rêbazên derve werbigirit û şerê dijî tîrorê û jêk negirtina Israel û Felestîniyan.

Rêzdar Rice dê cihê wezîrê derve Colin Powell girit, ku kar vekêşan wî li roja dûşembî hate ragehandin. Divêt Encumena Sînatoran razî bin li ser dest nîşan kirina wê bo wî postî.

Heke Sînator razî bun li ser damezrandina Condaleezza Rice bo postê wezîra peywendiyên derve ya Emerîka, ew dê bîte yêkem jina reş li welatî ku postê wezîra derve ya Emerîka wergirit.

Rêzdar Rice yêkem jine ku postê Şîretvana Nîştîmanî wegirtî li welatî. Ew li çar salên borî li wî postî bu (di kabîna hikumeta serok Bush î da.)

XS
SM
MD
LG