Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundu tîjî li hindek pişkên Iraqê berdewame - 2004-11-18


Bi layê kêmîve 3 kes hatîne kûştin li peqînên cuda cuda li Iraqê li demê ku serbazên Emerîkî û Iraqê bi berdewamî şerê xirapkaran diken.

Desthelatdar dibêjin bi layê kêmî yêk kes hate kuştin li roja pênçşembî li peqînekê li rojava Bexda. Du kesên dî li bajarê Kerkuk li bakura Iraqê hatine kuştin.

Li roja çarşembî, li tundu tîjîyên li devera ku bi sêgoşa sunîyan tête nasîn pitirî 10 kesan hatine kuştin li demê ku xirapkaran bersiva bizavên leşkirê Emerîkî da li Feluce.

Li bajarê Baiji ku dikevîte bakura Iraqê, bi layê kêmîve 14 kes hatîne kuştin li demê ku kesekê xwekuj bi otombêla xweve ya bombe kirî ço di nav karwanekê leşkirê Emerîkî da û otombêla xwe peqandî.

Li bajarê Ramadi, bi layê kêmîve 9 kes hatîne kuştin demê ku pêkdadaneka tund ruîday nav bera hêzên xirapkaran û hêzên Emerîkî.

XS
SM
MD
LG