Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

14 partîyên siyasî yên Iraqî û Kurdistanî kombunek li havîngeha Dokan girêdan - 2004-11-18


Bi pişkdariya 14 hizbên siyasî yên Iraqî û Kurdistanî kombunek li ser rewşa nuha ya Iraqê û çewaniya encamdna helbijartinên giştî yên Iraqî hate kirin.

Ew kombune bi pişikdariya berêzan Celal Talebanî sikirtêrê giştî yê yêketiya nîştimanî ya Kurdistanê û Mesoud Barzanî serokê partiya dîmukrata Kurdistanê hate girêdan û herwesa bi pişikdariya Dr. Ehmed Çelebî serokê kongirê nîştîmanî ya Iraqê û Nesîr Çadirçî serokê hizba nîştimanî ya dîmukratî ya Iraqî û Hemîd Musa sikirtêrê hizba şyo'î ya Iraqê û Dr. Musin Ebdul Hemîd serokê hizba Islamî ya Iraqî û nunerê Dr. Eyad Elawî, serokê bizava Wifaqa nîştimanî ya Iraqê û nunerê Ebdul Ezîz El Hekîm û herwesa bi pişkdariya Selahedîn Behadîn serokê yêkgirtuya Islamî ya Kurdistanê û jimareka berpirs û nunerên din yên hizbên Iraqî.

Sebaret bi vê kombunê, peyamhinêrê me Letîf Nêrwey ji Dokan raportek hinartiye. Heke te bivêt guh bideye wê raportê, Ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG