Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girupeka çekdarî li Iraqê gefa encam-dana hêrişan diket li wextê helbijartinên heyva êk - 2004-11-19


Girupeka çekdarî li Iraqê ku berî nîke berpirsiyariya xwe biramberî jimareka revandin û kuştina ragehandiye gefa encam-dana hêrişan diken li wextê helbijartinên heyva êk.

Li beyannamekê ku li malpera leşkerê Ensar El-Sunne hatiye belav kirin, wê girupê hijdarî daye dengder û berbijaran da pişikdariyê li helbijardina neken, çûnkî ji layê Amerîka dihête piştîvanî kirin.

Bi aliyekî dîve, rêberî 14 partiyên siyasî yên Şîa'a û Sunnî û Kurdên Iraqê li roja Pêncşembê kom bun bo baskirina helbijartinên heyva 1.

Rêberên Kurdan daxaza kir ku helbijardinên Şehirdariyê li bajêrê Kerkukê dewlemend bi petrolê bihête paşêxistin heta rewşa wî bajêrî birev başiyê diçît û daxaza vegerandina wan Kurdan diken ku ji layê rêberê beriyê Iraqê Seddam Hussain liser erdê xwe hatîne derêxistin.

XS
SM
MD
LG