Serok George W. Dibêjit welatêt yêkgirtî yêt Emerîka ya micide ku NATO ya Xurt û bihêz bit. Di kombunekê da li seraya sipî digel sikirtêrê giştî yê NATO Jaap de Hoop Scheffer rêzdar Bush ev têbînîye dan, Ku kombuna wî ya yêkê bû digel rêberêkê byanî piştî hatyeve helbijartin.
Rêzdar Bush pesna NATO yê da bo rola wê ya avaker li Afghanistanê û Iraqê. Serok Bush dibêjit: “ Li Efghanistanê bi milyonan kes dengêt xwe dan da serokê wî welatî helbijêrin ku berî 3 salan ji aliyê Taliban dihate birêvebirin. Û got em dil xweşîn ku jineka 19 salî yêkemî kes bû dengê xwe day. NATO roleka bi kiryar ya li Afghanistanê dibînit, û li Iraqê ya harîkarîyê diket da welatîyên Iraqî bêne hîn û fêrkirin çewa welatê xwe biparêzin beramberî destêt bizavê diken rêkê li Azadiyê bigirin. Me behsê hindê kir ku Nato bi ber pirsyariyêt xwe rabit ku nebitinê bi eger bit belku berdew piştevanya civakêt azad û dymukrasyet li seranserî cîhanê biket.”
Sikirtêrê giştî yê NATO de Hoop Scheffer got NATO dyarkirye ku ew şyan heye ku bersîngê girê u astengan li Ewrupa û li dervey Ewrupa rawestît.
Sikirtêrê Giştî yê NATO dibêjit: “ me armancêt xwe li Afghanistanê bicih înaye. Nuke jin kêmtir burqa anku hicabê bikar tînin û xelk pitir pişikdarî dengdanê dibin. Daxaza me jî her evene. Li Kosovo jî em armancên xwe bicih tînîn. Li Iraqê jî em yê xelkê hîn û fêr dikeyn. Çi rêkeftin weku NATO li cîhanê peyda nabin ku têda 26 dymukrasî berevaniya li nerx û beha biken, berevanî li dymukrasyê, rêzgirtin li mafê mirovan, azadiya olî û heman nerx û behayêt serekî biken ku armancêt bingehîyêt van 26 dymukrasiyane.
Rêzdar de Hoop Scheffer got li Afghanistanê rola NATO î ewe ku harîkariyê biket di helbijartinêt perlemanî li sala bêt li dest u darekê tena bêne kirin. Hêza harîkarya parastinê ya Navnetewey ya birêveberiya NATO li Afghanistanê ji pitir 8000 serbazêt 37 welatêt endamêt NATO û welatêt ne endam pêk bêt.
Li Destpêkê NATO bitinê zêrevanî li dest u darê parastina Kabula paytext û dewruber wê dikir paşê NATO karê xwe birfireh lêkir û gehîşte bakura Afghanistanê û li hîvîye bigehîte deverêt dî li wî welatî.
Her weku peyvdarê NATO James Appathurai got eve nîşana hindêye ku NATO bo demekê dirêj dê mînit û dê li ser rola xwe li paşerojê berdewam bit.
Dirêjiya vê sergutarê ya di vê fayela dengî daye û ev gutare bîr û bo çuna hikumeta welatên yêkgirtî yên Emerîka ye.