Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Emerîkî û Iraqî û Birîtanî hêrişek birine ser başûra Bexad - 2004-11-23


Zêdetir ji 5000 serbazên Emerîkî, Iraqî, û Birîtanî hêrişek kirin li başûra Bexada da xirapkaran ji rih helkêşin.

Merînzên Emerîkî û hêzên parastina Iraqî çone nav bajêrokê Jabella da ji xirapkaran pakij biken û 32 berguman girtin. Serbazên Birîtanî, ku hatibune veguhastin ji başûra Iraqê, harîkariyê dikin ew dever bikevîteve jêr kontrola hikumetê.

Karbidestekê bilind yê wizareta navxu ya Iraqî got bi dehan xirapkar hatine girtin û we bawere ku dê ew kiryar berdewam bin bi dirêjahiya vê heftiyê.

Bi aliyekê dîve, karbidestên Emerîkî dibêjin bombek di nav firokêkê da li Bexda li firkexana navnetewey hate vedîtin. Ew keristê peqînê ji wêrê hate ladan û zyan negehîşte kesê.

XS
SM
MD
LG