Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî li Iraqê ragehand ku wê dest biser kargeheka çêkirin çekên Kîmiyawî girtiye - 2004-11-26


Leşkerê Amerîkî li Iraqê ragehand ku wê dest biser jimareka zora çek û teqemeniyan girtiye ku li mizgeftekê li bajêrê Felluce hatibîne veşartin.

Leşkerê roja Pêncşembî ragehand ku eve mezintirîn embarî çekaye heta nîke li wî bajêrî bihête vedîtin. Vedîtina van çekan li demekê bî ku serbazên Iraqî lidîv veşargehê gûmanlêkirên tîrorstan li Fellecê digeryan û kargeheka çêkirin çekên Kîmiyawî vedîtin.

Karbidestên Iraqî dibêjin ew ezmûngeh dihate bikar+înan bo çêkirina madên jehrî û rênmayên bidestve-înan enthraksê hatiye vedîtin.

Ji layekê dîve wezareta derveya Amerîka ragehand ku karmendekê ajansekê binavê James Mollên li paytextê Iraqî hatiye kuştin. Girupa tîroristê xastî Ebu-Mesub El-Zerqawi li belavnamekê liser malperekê Islamî berpirsiyariya xwe biramberî kuştina wî ragehand.

Hevdem karbidestên Iraqê got ko wan alîkarekê nizîkê Zerqawi bi navê Ebu-Saeed li Mislê girtiye. Û li Samerra û li encama hêrisên bi otombîlê dû kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG