Lînkên eksesibilîtî

Hemas dibêjit ew pişikdariyê di helbijartinan da naket bo helbijartina serokekê bo desthelatdariya Felestînî. - 2004-12-01


Desteya Felestînî ya tund rê ya Hemas dibêjit ew pişikdariyê di helbijartinên meha bêt naket bo helbijartina serokekê ku cihê serokê berê yê desthelatdariya Felestînî Yasser Arafat bigirit.

Li demê ku iro li Xezze di axift, rêveberê bilind yê Hemas Ismail Haniyeh got bizava wî daxazê ya ji endamên xwe diket ku dengî nedin li helbijartinên 9 meha yêk.

Hemas bi rengekê resmî I’traf bi mafê Israelê nekire ku bimînit welat, û dibêjit ew kesê dest nîşan naket bo berbijarê serokatiyê, çinku ew rêkeftina 1993 ligel Israelê red diket ku bu egerê damezrandina desthelatdariya Felestînî.

Di ser hindê ra, li demekê zutir li vê heftiyê, rêveberekê dî yê bilind yê Hemas Sheikh Hassan Yousef got rêxistiya wî amadeye hêrişan li dijî Israelê ragirit li demê ku Felestînî xwe amade diken jibo helbijartina.

XS
SM
MD
LG