Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt hevalbenda li Iraqê berdewamin li ser hêrişêt xwe li seranserê welatî û pitir ji 30 xirapkarêt berguman girtîne - 2004-12-01


Leşkerê Emerîkî li Iraqê dibêjit hêzêt hevalbenda berdewamin li ser hêrişêt xwe li seranserê welatî û pitir ji 30 xirapkarêt berguman girtîne.

Di belav nameka leşkirî da iro leşkir dibêjit hêzêt merînz yêt Emerîkî û hêzêt Iraqî 15 berguman li parêzgeha Babil girtin ku dikevîte başûra Bexda.

Li roja sêşembî 17 bergumanêt dî li Musilê hatibune girtin ku li wêrêjî serbazêt Emerîkî li duî xirapkaran digerên piştî jimareka hêrişêt xirapkaran.

Bi aliyekê dîve, serok wezîr Iyad Allawi duhî digel serokêt eşîretêt Iraqî li Ordunê kombu û biryare digel 120 Iraqiyêt derve li heftya bêt kom bibit. Ev kombune we têne dîtin ku bizaveke da Iraqî yêt derve pişikdariyê di helbijartinêt 30 meha yêk da biken.

XS
SM
MD
LG